دل مقابلێ دلە

شێوەزار: کورمانجی 709
دل مقابلێ دلە
دلۆپ دلۆپ دنقوتە
نە دانەکە، شەڤ و رۆژە
تێر نابم ژ پەیڤ و کەلامێ
گەر تو هەری ژ ڤان دەران
من ژی ببە ب خوە را
دلێ من ببە ژ خوە را
نەخە ناڤ دەست و پییان
شەڤ بێکەسە خەو نەیار
دل دلی دحەوینە
پشتی ماچێن دین و حار
بێیی تە ناڤێم جننەتێ

کی دکارە ب دارێ زۆرێ
تە ژ دلێ من دەرینە
چ دووری چ نێزی هەڤ بە
محبەتا من و تە یەکە
ڤی دلێ گورێ حارێ
نە دبێ ئەیبە نە دبێ ئارێ
ژبیر کریە ریا مالێ
دل ناحەوە تو جارێ
باش دزانە کی دۆست کی یارێ
دل مقابلێ دلە
دلۆپ دلۆپ دنقوتە
نە دانەکە، شەڤ و رۆژە
تێر نابم ژ پەیڤ و کەلامێ
گەر تو هەری ژ ڤان دەران
من ژی ببە ب خوە را
دلێ من ببە ژ خوە را
نەخە ناڤ دەست و پییان
شەڤ بێکەسە خەو نەیار
دل دلی دحەوینە
پشتی ماچێن دین و حار
بێیی تە ناڤێم جننەتێ
گەر تو هەری ژ ڤان دەران
من ژی ببە ب خوە را
دلێ من ببە ژ خوە را
نەخە ناڤ دەست و پییان
شەڤ بێکەسە خەو نەیار
دل دلی دحەوینە
پشتی ماچێن دین و حار
بێیی تە ناڤێم جننەتێ
Dil miqabilê dil e
Dilop dilop diniqute
Ne danek e, şev û roj e
Têr nabim ji peyv û kelamê
Ger tu herî ji van deran
Min jî bibe bi xwe ra
Dilê min bibe ji xwe ra
Nexe nav dest û pîyan
Şev bêkes e xew neyar
Dil dilî dihewîne
Piştî maçên dîn û har
Bêyî te navêm cinnetê

Kî dikare bi darê zorê
Te ji dilê min derîne
Çi dûrî çi nêzî hev be
Mihbeta min û te yek e
Vî dilê gurê harê
Ne dibê eyb e ne dibê arê
Jibîr kiriye riya malê
Dil nahewe tu carê
Baş dizane kî dost kî yarê
Dil miqabilê dil e
Dilop dilop diniqute
Ne danek e, şev û roj e
Têr nabim ji peyv û kelamê
Ger tu herî ji van deran
Min jî bibe bi xwe ra
Dilê min bibe ji xwe ra
Nexe nav dest û pîyan
Şev bêkes e xew neyar
Dil dilî dihewîne
Piştî maçên dîn û har
Bêyî te navêm cinnetê
Ger tu herî ji van deran
Min jî bibe bi xwe ra
Dilê min bibe ji xwe ra
Nexe nav dest û pîyan
Şev bêkes e xew neyar
Dil dilî dihewîne
Piştî maçên dîn û har
Bêyî te navêm cinnetê

ڕاپۆرتی هەڵە