Nemirdim min eger em care bê to
Neçim şerit bê heta ew xware bê to
Derûnim xalîye wek ney denalê
Hewarêkî çi pir haware bê to
Le kin to xarû xes gulzare bê min
Le kin min xermenî gul xare bê to
Le kin min ba wicûdî nasû ecnas
Kesî têda nîye em şare bê to
Qesem bew şerbetî dîdarî pakit
Şerabim ’eynî jehrî mare bê to
Le hesret serwî qeddit çawekanim
Dû coge belkû dû rûbare bê to