Le baxan ahû nalîn dê delên şay nêw gulan royî
Le meyxanan seday şîn dê meger pîrî muxan royî
Leber çawî cîhanbînim cîhan tarîk bû nemzanî
Ne nûrî çawekanim çû ne xurşîdî cîhan royî
Be naley dil şîfam nayê dirêx bo merhemî cergim
Le zengî karwan çibkem delîlî karwan royî