Mistafa Dadar

Kiçe Cîran 4

By: Mistafa Dadar
Dialect: Sorani
1160
Şewê ta rojî rûn dedwêm legel nexşî xeyalatim
Seher hazir debim zû zû le rêbazî kiçe cîran

Le mal royî berew mekteb be tennazî kiçe cîran
Cîhan lerzî sema û ’erzî sema û ’erzî sema û ’erzî
Leber nazî kiçe cîran

Le rêy mekteb pêşim pê girt le razî dil bîkem halî
Serî daxist dîsan royî dîsan royî dîsan royî
Be narazî kiçe cîran

Wekû tawus deka lence ke radebrê be ser pence
Be reqsî çaw dekêşê dil dekêşê dil dekêşê dil
Bo dilbazî kiçe cîran