Dwênê şew bînîm le xewê
Leser cêy ber mangeşewê
Xom xizande ser cêy fênk
Nemhêşt ber henasem kewê
Qijî xawî
Balêdawî, alozawî
Car car daydepoşt laçawî
Xwaye gyan çendim xoş dewê
Zor be espayîw be nermî
Demim bird bo lêwî germî
Çawî helhênaw pêy gutim
Xewnim edî to hawsermî
Girtî destim
Neyhêşt hestim, lêwî gestim
Muçrikêkî xoşî daygirt
Serapay henawû hestim
Ta katî mela bangidanê
Têk’alanû des le milanê
Le nakaw dengî melay hat
Daybirîm le bejnî cwanê