Kuştimit be lence û lar ey zalim ey zordar
Ah û hesretî min meynetî û xefetî min
Hemûy be boney toye to bo min bûyte dujmin
Eroy be îşwe be lence be weznî goranî
Zirey kemeret dê hetakû ber kanî
Bo dûrîte eyrêjim ’eşqî şîrînim be taw
Yadekanit hîç satê lêm win nabin leber çaw
To awatî dinyam bûy malawat kird le nakaw
Derûnim boçekî sûtawî lê dê
Girî ahim çyatawêne emşew
Le qînî nahezan tuxwa gulî min
Be zamanim çawê bixşêne emşew
Herdû çawim firmêsk rijêne emşew
Soz û nalem ciger sûtêne emşew
Temî zulifit leser rût lade boye
Mangî çwarde bê seruşwêne emşew
Be şaney kirduwe perçem seyr ke
Sileymanî gulawpirjêne emşew
Le mestî çawî mestî to ’ezîzim
Diley mestim bê seruşwêne emşew