Destî werzêkim sipî bû balî werzêkim werî
Rût le kwê kird takû tenya bê hewalêk ey perî
Ey perî
Dil le dûrgey çawekanta şîntirîn alay hebû
Êste bê tînî nîgay to pencekanî helwerî
Na mero şermîntirîn satî wişem rû lêre ke
Ger deroy asmanî tenyayîm pirî estêre ke
Wênekanî tom beharane le baweşma rewand
To be rawêjî xezelwer aşqî xotit dwand
Tom le bîr bû, xom le bîr çû to belam her xot dewêt
Seyrî dwênêt ke bizane êste çî hatote rêt
Na mero şermîntirîn satî wişem rû lêre ke
Ger deroy asmanî tenyayîm pirî estêre ke
Dêyewe rojêk belam min taze baxim bê gule
Ta hetawêk dête aso ew dilem sirkû sile
Rêyekî dî pir le baran, pir le tase dête rêm
Nawî toşû nawî xoşim bo hemû hewrêk delêm
Gelêk sipas bo rêzdar leyla