
Bêqerar mawim şeyda hemû kat aware
Yarî çawşîrîn bê gunah le lêm bêzare
Xunçey jyanim perper bû
Şadî û umîdim bê semer bû
Bêwefa terkî kirdim
Gulî awatî birdim
Mam be tenya
Were lam çaw’estêre boçî wa lêm zîzî
Qesdî gyanim er to bikey her bom ’ezîzî
Bîmarim bo gul dermanim ke
Be tîrî mujgan dilşadim ke
Bêwefa terkî kirdim
Gulî awatî birdim
Mam be tenya