Bo mezray awatî min toy newgulî ’îşqû wefadarî
Bo gulşenî pir gulî jînim etoy awazî dildarî
Le behrî bêpeyî jyan ’îşqî to le dil keştî awatim bû
Xoşewîstîw mîhrî to germî jînî min rêgay necatim bû
Pepûley azadî naw baxçey dildarîw ’îşqû sefa bûyn
Bexwa zor heyfe gulim ême be carê le yek cya bûyn

Le bîrit çû ew şewe asmanî jîn estêrebaran bû
Melî roh le ’îşqî to ey nazenîn mestû xezelxiwan bû
Were dîsan ba le nêw ’îşqî weslî to bimxate rûnakî
Rûkeyn be qîbley wefa sermestîw sefa herdû be dilpakî