Min Bêrîya Te Kirîye

Album: Helebçe Dialect: Kurmanji 1632
من بێریا تە کریە باوەرکە من بێرییا تە کریە
بپرسە ژ ڕەنگێ بوهارێ
بپرسە ژ گولێن وێ دارێ
من بێریا تە کریە باوەرکە من بێرییا تە کریە

ئەڤ چەند سالە ئەز گرتی/حەبسی مە
زولم و زۆری گەلەک دیمە
لێ ب ئەڤینا تە دژیمە باوەرکە من بێرییا تە کریە
ژینا بێ تە نە تو ژینە
ژینا بێ تە ئەز دژیمە
هەرکو تەعد بیرا خوە تینم
هێز ددە من و دژیمە
من بێریا تە کریە باوەرکە من بێرییا تە کریە
ئەڤین نەبە ژین شینە
ژینا بێ ئەڤین قیمەت نینە
دکم دۆزا ئەڤینێ باوەرکە من بێرییا تە کریە
بپرسە ژ کەڤۆکێن ئاشتیێ
بپرسە ژ هەڤالتی و دۆستیێ
بپرسە ژ دیوارێن هەپسێ
ئەوێ ژ تە ڕا بێژن ڕاستیێ
من بێریا تە کریە باوەرکە من بێریا تە کریە
Min bêriya te kiriye bawerke min bêriya te kiriye
Bipirse ji rengê buharê
Bipirse ji gulên wê darê
Min bêriya te kiriye bawerke min bêriya te kiriye

Ev çend sal e ez girtî/habsî me
Zulm û zorî gelek dîme
Lê bi evîna te dijîme bawerke min bêriya te kiriye
Jîna bê te ne tu jîn e
Jîna bê te ez dijîme
Herku te di bîra xwe tînim
Hêz dide min û dijîme
Min bêriya te kiriye bawerke min bêriya te kiriye

Evîn nebe jîn şîn e
Jîna bê evîn qiymet nîne
Dikim doza evînê bawerke min bêriya te kiriye
Bipirse ji kevokên aşitiyê
Bipirse ji hevaltî û dostiyê
Bipirse ji dîwarên hepsê
Ewê ji te ra bêjin rastiyê
Min bêriya te kiriye bawerke min bêriya te kiriye

Report a Problem