Min delêm şarî dlim bax û gulistane deçim
eqil elê napese şorşî mestane neçî
Min delêm nuxteyî ew rewzenî îmane deçim
Ew delê na reşe cê rawgeyî şeytane neçî
Min delêm mesken û aramgeyî canane deçim
Ew delê serbeserî têk çuwe, wêrane neçî
Min delêm cêgeyî her şêt û cnûnane deçim
Ew delê kun kune cêgey sere peykane neçî
Min delêm merkezî esrarî herîfane deçim
Ew delê cê temeyî çawî hesûdane neçî
Min delêm wextî xeter memen û qelxane deçim
Ew delê na zedeyî penceyî peryane neçî
Lew hemû çûn û neçûne serî sûr ma ????Kamîl????
Min delêm ciwane deçim, ew delê wa ciwane neçî