Ew pencey wa le bê hêzî delerzê
Kuşîwyetî memkoley balaberzê
Ew didaney êstê nemawe taqî
Gestûyetî zor car çenegey saqî
Ew çawaney somayî lê birawe
Hênd le ciwanan dagîra, dagîrawe
Ew lêwey wa êstê barî girtuwe
Kulmey nerm û nolî yarî girtuwe
Ew bahoyey zemane lêy birî hêz
Kam kîj ciwane girtûyete nêw amêz
Ew diley wa jwanî dewîst û ciwanî
Êsta pire le xem û le nîgeranî
Ew pêyaney şerzey kirduwe kutir û kwan
Mandû nebû qet le hatuçoy cêjwan