Zêrî hejde eyare nêwlîrey pehlewîye
Xalekey ser rûmetî le hîç kes melûm nîye
Xuda bo xoy dezanê ew dilem zelîlî wîye
Carcare dîdem Zara bem êware şedey lare
Gruy lê girtûm Zara
Delê legelit nayem bom nekrî gul û gware
Derdêkî way dawmetê kafir halim nebînê
Gelî dost û biraderan bom bigêrin germeşînê
Delên lêre nemawe çuwe bo çîn û maçînê
Carcare dîdem Zara bem êware şedey lare
Gruy lê girtûm Zara
Delê legelit nayem bom nekrî gul û gware
Areqî sîng û memkan be lêwanim ramalî
Sed birya bo min bayey sê şewan be helalî
Neyanhêşt xoşit bîbînî zûyan nîşan day talî
Carcare dîdem Zara bem êware şedey lare
Gruy lê girtûm Zara
Delê legelit nayem bom nekrî gul û gware
Ya dewam ke bot mirdim le dîn û dunyat kirdim
Ey sahebî laney dil be xane û lanet kirdim
Be bê sûç û bê tawan ew gule le xiştit birdim
Carcare dîdem Zara bem êware şedey lare
Gruy lê girtûm Zara
Delê legelit nayem bom nekrî gul û gware
Zulfit wa ber bay mede ta we ber bat nedawim
Bendî cerg û dil nema legel hêz û henawim
Xuda boxoy dezanê de îşqitda fewtawim
Carcare dîdem Zara bem êware şedey lare
Gruy lê girtûm Zara
Delê legelit nayem bom nekrî gul û gware