Adnan Karim

Çawerwanî

By: Adnan Karim
Dialect: Sorani
1571
Hemû şew çawerêm belkim be mexfî yarî canî bê
Le tarîkîy şewa şu’ley çira muşkîl nîhanî bê
Çiray ewwel şewî qebirim girey dilme le hîcranit
Be sirwey bay ecel şem’î muradim her ke fanî bê

Le sehray mehşerîşa yarî min terkî cefa naka
Fîday ew şoxe bê rohim ke cewrî dû cîhanî bê
Lîqa xwahîş dekem daym ke binwênê welê naçar
Rezam herfê le cwabit bişnewm ba «lin tiranî» bê

Becuz manî, musewwîr qewsî ebroy wî nekêşawe
Ke manî neqşî kêşa bê debê herwa kemanî bê
Rewanî kohken ba taze ka teqrîrî şîrînim
Be şîrînîy lebit naga şeker ba îsfehanî bê

Be şêwey çenberîy qeddî xemîdey pîrî bêtaqet
Debê fîkirê bika yar er xurûrî newcewanî bê
Wefa daxî neka ger dil be kizilk çake dûlet bê
Zubanî pêweda ’eqreb kesê sîdqî zubanî bê

Xemoşî besyetî salim birînî batînî kuştimî
Nîhanî ta be key xwênim henay pencey filanî bê
Honrawe: salim
Nardinî deq: aso pîrî