Min çiyam xoragirim serkeş firo nîm nabezim
Gêj û lûlî tûrebunim dêm be gij hewra eçim
Tirsenok nîm wam le bêşey gorepana kel ejîm
Dar berûm bên bo birînim xom be gij tewra eçim
Min sirûdim bestekanim wa lemergî qazî ya
Lawkî surim leberdem mirdinî pêşwazî ya
Tawe çexmaxem becwamêrî le çawî sengera
Dêm lenaw girkanî helçûy nobere û giyanbazîya
Min şebengim çarenûsim wa lepal asoy geşa
Nêle nêlî ew rewayem wa lenaxî pêst reşa
Agirî kûrey derunî tole sênî ew gelem
Wa le Kurdistanî koyley maf xurawî bêşbeşa
Min rubarim rewtî lafawî hejanim bê sinûr
Dêm berew serkêşî derya ray demalim hêlî sûr
Lemperu gêjawî derya sexte, biryare derom
Çunke bo amancî gişt bangim deka dengî le dûr