ئەو ستێرکێن ل ئەزمانا چاڤێن تە تینن بیرا من دەما کو ڕۆژێ دبینم ڕەنگێ تە تێ ل بەر چاڤێ من ژ تە دوورکەتن پر زۆرە چ بکم ئەڤە قەدەرا من ئاخ و ئەمان ئەڤینا من ئاخ و ئەمان دەلالا من ل دنیایێ تەنێ جارەک دیتنا تە هێڤیا من ناڤێ تە ل سەر دلێ خوە من نڤیساندی گولا من ڕەنگێ تە ل بەر چاڤێن خوە من کر خەیال ئەڤینا من پۆر سپی بوو ل خەریبیێ ڕەش تاری مایە بەختێ من ئاخ و ئەمان ئەڤینا من ئاخ و ئەمان دەلالا من ل دنیایێ تەنێ جارەک دیتنا تە هێڤیا من
Ew sitêrkên li ezmana Çavên te tînin bîra min Dema ku rojê dibînim Rengê te tê li ber çavê min Ji te dûrketin pir zor e Çi bikim ev e qedera min Ax û eman evîna min Ax û eman delala min Li dinyayê tenê carek Dîtina te hêviya min Navê te li ser dilê xwe Min nivîsandî gula min Rengê te li ber çavên xwe Min kir xeyal evîna min Por sipî bû li xerîbiyê Reş tarî maye bextê min Ax û eman evîna min Ax û eman delala min Li dinyayê tenê carek Dîtina te hêviya min
Khaje Hardam