Deştî mam Hesen hemûy be gul bê
Hemûy be qurban naîm dem kul bê
Wey wey le xanim mat û melûle
Ne çawî reştuwe ne zulfî lûle
Heste le xewê, bizane çîm dewê
Le gerdinî zerdit, dû maçim dewê
Wey wey le xanim, mat û melûle
Ne çawî reştuwe, ne zulfî lûle
Dilim xerqî xem buwe, pêdeçî duwa duwayîme
Rengî mirdûm lê nîştuwe, belam çawim qayime
Hemû dunya hî min bê, be malî xom nayzanim
Çwar dewrim bax û gul bê, pîrî deşkênê balim
Awekey Dukan, qûl û bê bine
Lew cûte xuşke, yekyan hîn mine
Wey wey le xanim, mat û melûle
Ne çawî reştuwe ne zulfî lûle