Xweda hafiz xak û welat
Gerdena te aza welat
Gerdena min tu azad bike
Dinya merg û mirina welat
Dilperîşan im, feqîr û jar im,
Bê kes û kar im
Min ho neviya, bes wisa hat
Tu li min negire, xak û welat!!
Min reş geşkir min nan nebat,
Xweda hafız xak û welat,
Dil perîşanim, feqir û jarim,
Bê kes û karim.
Ez dizanim hûn bêrîya min dikin,
Lê bi şev û roj hizra min dikin,
Agirê xwe hûn hel nakin,
Albuma min her dem vedikin,
Dil perîşanim, feqir û jarim,
Bê kes û karim.
Kes heyê vê gulê bo min,
Bighînê destê dayika min,
Mizgîn’ê bidê yara min
Gulê nîşana saxya min,
Dil perîşanim, feqir û jarim,
Bê kes û karim.
Herdû pêkeve da tên dinê,
Herdû vêkre daybin kînê,
Wer herdu tim bi min bêjin,
Da bim bêjim tev ya bînê
Dil perîşanim, feqir û jarim,
Bê kes û karim