
Va ez diçim ji vî dîyarî
Xatirê te delalê min
Ez bar dikim ji vî kolanî
Xweş bimîne dilikê min
Kuro neke neke neke
Dîno neke neke neke
Rûyê xwe li min xerîb neke
Dil ketim lawkê Botanî
Sehwa wî weke çîyakî
Dilê min jî kûr dinale
Demek çêbû min nedîtî
Kuro neke neke neke
Dîno neke neke neke
Rûyê xwe li min xerîb neke
Yarekê din li min heram be
Êş û keder li min belav be
Heta dawiya vî emrê xwe
Ez ê bimînim li benda te
Kuro neke neke neke
Dîno neke neke neke
Rûyê xwe li min xerîb neke