
Yare jîkelanekem!
Gulim!
Be her nîgayê, mewcî çawe meste cwaneket
Deçête naw dilim!
Her be gwêy dilim!
Gwê degirme girfe girfî şî’re agirîneket
Şî’re rêk û pêkekey be taw û tîneket!
Her be çawî dil derwanme dîmenî ewîneket!
To! ewînmî
Rêk û pêktirîne şî’rî takû êsta helnebestirawî jînmî!
To! heloy xeyalî helfirînmî!
Her dekewme ser hewa, be helfirîneket!
Be cazîbey rewendî têperîneket!
Be şî’rî balî çende rengî tawsî xeyal
Be xwêndinewey sirûdî mergî korpe nazenîneket
Mergî korpe nazenîneket
Lade lade lade lade lade leçke teske keskeket!
Xoşewîstekem! ’ezîzekem! gezîzekem!
Taqe role cwanemergekey beharî kurt!
Role xoşewîstekey telan û kêw û çem!
To! hezar ayetî, le kanyawî pir le aw û xîzekem!
Le katî tunîyayetî
Be çeşnî bîrî berzefir, bê sinûr û bê nîhayetî
To! qyametî!
Dilistên û dilrifên û xemrewênmî!
To! tewawniwênî ’eşqî pak û xemrewênmî!
To! pel û nemam raweşênî baxî badehênmî!
Têkelawî guşt û pêst û êsk û xwênmî!
Xwênî xwênekem!
Hîç webîrte ew demey ke kewtime cexzî keske keskî çawe meste keskekanî
Pir le sîhir û cwanî to?
Bûme mestî mest û sêhrî sêhrî çawe mestekanî to?
Destî xom birî!
Destî xom birî be bejnî balî şî’rî alî temnîşanî to
Boye kurte destî emin û xwên debarê her le hewrî asmanî to
Cwane bûkeke!
Her henûke demhewê ke bême cêjwanî to
Mergî korpe nazenîneket
Lade lade lade lade leçke teske keskeket!
Ha tirûskekem
Camî dil pirî şerabî şewqî şî’rî şew şewe
Bew nîgaye pake mendeyet
Weswesey dilî pirim helahela ke, bibye şî’rekem!
Bibye şî’rekem
Ta ke roşnayî xate hewrî dil birûskeket
Ta reha bê gulperî xeyalî
Ta reha bî gulperî xeyalî naskî
Taske taskî askî baskî biskeket
Lade lade lade lade leçke teske keskeket!