Raparin

li xwe baş binêre

By: Raparin
Dialect: Kurmanji
106
Min kir nekir çênebû
jiyan dev ji min berda, çû
Dilê min ji bo te heliya bû
evîn dev ji min berda, çû
Ka were ba min roniya min
destê xwe dirêjî min ke
Ka were ba min tariya min
wextê min nema, lez ke
Ez ê birevim herim, evîndar im
Çar alî deştan heval hêviya min in
Ez ê birevim herim, evîndar im
Tu xwe baş binêre, delala min

Gava herim ji vî warî
ez naxwazim tu bigirî
Gava herim ji vî warê
çavên te li ser welat be
Ka were ba min roniya min
destê xwe dirêjî min ke
Ka were ba min tariya min
wextê min nema, lez ke
Ez ê birevim herim, evîndar im
Çar alî deştan heval hêviya min in
Ez ê birevim herim, evîndar im
Tu xwe baş binêre, delala min