Idris Mirani

Ax Û Dax Diley Xemînim

By: Idris Mirani
Dialect: Sorani
91
Dengî ax û dax diley zexmînim
Lebo yarekey xurbetnişînim
Bêzarmî kirduwe le kulbey çolim
Xemî kêwekan hatuwete kolim
Nazanim çî bikem ey darûfroş
Cerg û derûnim hatuwete xiroş
Dexîltim rohim fîday xakit bê
Bimde dewayêk derdim sakin bê

Îtir le dway min bo kê emênî
Adres mezarim le kê esênî
Tuxwa qebirkenan qelbitan sax bêt
Ba qebrekey min taq û nîmtaq bêt
Kêlî qebrekem ba tozêk lar bêt
Balay nêwnemam lêmo dyar bêt

Çon dilit hêna bişkênî dilim
Meger netzanî ke min matilim
Çon dilit hêna esrîn key çawim
Meger nemut pêt bê to nemawim
Kizey dilekem berd eka be aw
Dilreqe zeman bo minî damaw