
Be kirasî çîtî wawe qedî delêy şimşale
’irûsim cûm ermenîm dînim bo to betale
Were were ber pencere gêlgêlelarê
Ca kiçê minit bequrban bê ey mezedarê
Kirasî çîtî nemseye ew jine cîranî meye
Boxoy zor şox û şenge mêrde guley delêy seye
Were were ber pencere gêlgêlelarê
Be sergerdî balat bim bom were xwarê
Be kirasî çîtî reşe gerdinî wekû wenewşe
Be lence bom bête xwar wekû zêrî bêxewşe
Awrî le min berdawe mezedar û bonxoşe
Were were were were ber pencere gêlgêlelarê
Be kiras herîrî sûre qedî delêy bilûre
Le guley mêrdit metirse emcar bom were jûre
Were were ber pencere gêlgêlelarê
Daykê minit bequrban bê ey mezedarê
Daykê minit bequrban bê bom were xwarê