Zakarya Abdula

derdê te

By: Zakarya Abdula
Album: Gencî Pîr
Dialect: Kurmanji
83
Yaram ji derdê te ez kûr dinalim
Bêhêvî mame, ez gelek bê hal im
Çima te hêlam keçkê hey zalim
Xortek delal bûm, niha ez kal im
Li Piştî te canê, ez bê heval im
Bi çolan ketim, bêwar û mal im
Piştî te canê, ez bê heval im
Bi çolan ketim, bêwar û mal im

Derdê evîna te gelek giran e
Ji dûriya te min dil tijî jan e
Te bi tenê hiştim, kengê wijdan e
Evîn ne weha çûn û hêlan e
Vegere canam, evîn jiyan e
Jîna bê evîn, mirin û neman e
Li Piştî te canê, ez bê heval im
Bi çolan ketim, bêwar û mal im
Piştî te canê, ez bê heval im
Bi çolan ketim, bêwar û mal im