Zakarya Abdula

min tu navê

By: Zakarya Abdula
Album: Gencî Pîr
Dialect: Kurmanji
92
Diliber bi salan te ez çav li rê hiştim
Şevên dirêj te hêsir ji çavan riştim
Carek tu nehatî xerîbiyê kuştim
Te hêlam û tenêtiyê ez buhştim
Min tu navê, min tu navê
Li te hêlim wella wella keç pir hene
Min tu navê, min tu navê
Ezê te bêlim û herim keç pir hene
Mane hemî kiçêt me kurdan wekî te ne
Mane hemî zeriyên welatêm mîna te ne

Min hêvî kir, evîndarî weha nabe
Em bên ba hev û dilê me hertim şa be
Mi go diliberam ew qasî nazan meke
Carek were deriyê evînê li min veke
Min tu navê, min tu navê
Li te hêlim wella wella keç pir hene
Min tu navê, min tu navê
Ezê te bêlim û herim keç pir hene
Mane hemî kiçêt me kurdan wekî te ne
Mane hemî zeriyên welatêm mîna te ne

Min tu navê, min tu navê
Li te hêlim wella wella keç pir hene
Min tu navê, min tu navê
Ezê te bêlim û herim keç pir hene
Mane hemî kiçêt me kurdan wekî te ne
Mane hemî zeriyên welatêm mîna te ne