بچووکێ جانێ تو هاتی جیهانێ نە ژ بۆ مرنێ، ژ بۆ ژیانێ بچووکێ جانێ تو هاتی جیهانێ نە ژ بۆ کوشتنێ، ژ بۆ ژیانێ زۆردەست و خوینمژ نادن مەجالێ شیرین دەلالێ، نادن مەجالێ دیسا هاوارە شەرێ دژوارە تەڤ دشەوتینە کەڤر و داران دیسا هاوارە دژمن خوینخوارە تەو دشەوتینە کەڤر و داران ڕۆژهلاتا ناڤین تەڤ کول و برین زارۆک شەوتین هەموو دگرین بچووکێ جانێ تو هاتی جیهانێ نە ژ بۆ مرنێ، ژ بۆ ژیانێ بچووکێ جانێ تو هاتی جیهانێ نە ژ بۆ کوشتنێ، ژ بۆ ژیانێ زۆردەست و خوینمژ نادن مەجالێ شیرین دەلالێ، نادن مەجالێ
Biçûkê canê tu hatî cîhanê Ne ji bo mirinê, ji bo jiyanê Biçûkê canê tu hatî cîhanê Ne ji bo kuştinê, ji bo jiyanê Zordest û xwînmij nadin mecalê Şîrîn delalê, nadin mecalê Dîsa haware şerê dijware Tev dişewitîne kevir û daran Dîsa haware dijmin xwînxwar e Tew dişewitîne kevir û daran Rojhilata navîn tev kul û birîn Zarok şewitîn hemû digirîn Biçûkê canê tu hatî cîhanê Ne ji bo mirinê, ji bo jiyanê Biçûkê canê tu hatî cîhanê Ne ji bo kuştinê, ji bo jiyanê Zordest û xwînmij nadin mecalê Şîrîn delalê, nadin mecalê
Hozan Dilgash