Ger le ewînî to mirdim
Le şarî dilta bimnêje
Be ser cestey rûxawimda
Xakî em dunya merêje
Çawekanit bispêre pêm
Ba legel xo bîbem bo gor
Ba ewînî em dû dile
Bibê be razî ser be mor
To memî aşiq le zîndan
Min zînî mirdû le cêjwan
Em çîrokî dildarîye
Zîndû ehêlnewe yadman
Çawekanit bispêre pêm
Ba legel xom bîbem bo gor
Ba ewînî em dû dile
Bibê be razî ser be mor
Bîrim tenha her lay toye
Mêşk û dil pir yadî toye
Le xoşî û sexî jyana
Penam her amêzî toye
Çawekanit bispêre pêm
Ba legel xom bîbem bo gor
Ba ewînî em dû dile
Bibê be razî ser be mor