Jalal Dawdi

Xerqê Deryay Xem 2

By: Jalal Dawdi
Dialect: Kalhori
44
Xerqê deryay xem seringûne xwem
Qamet çemîde û dil we xûne xwem
Qamet çemîde û wey wey dil we xûne xwem
Bazirganekey bê sermaye xwem
Axir peşîman renc we zaye xwem
Axir peşîman wey wey rence zaye xwem

Enamey gyanim we kul derd eka
Dil ezmî sewday gerdinzerd eka
Dil ezmî sewday wey wey gerdinzerd eka
Dilekem we fiday dilekey tengit bo
Çen awatme goşme dengit bo
Çen awatme wey wey goşme dengit bo

Xeyal perwerdey dil tefre û tünm
Tün we tün keftey destê gerdûnim
Tün we tün keftey wey wey destê gerdûnim
Xeyalê nekey min we to dürm
Mer mirdin buwey naw to le bîrim
Mer mirdin buwey wey wey naw to le bîrim

’eşreteyl birayeyl fikirê karê ken
’eşret birageyl fikirê karê ken
Xizmet wew axay beynetdarê ken
Wey bê beynet bimrê rojê hizarê
Her xwem wew qurwan yey beynetdarê
Ax ax û dax şîrîn lence û lar
Wey we xwey ekefê ser bew bê desmal