Hevalê bargiran im
Hevalê şoreşvan im
Hozanê gelê bindest
Endamê Kurdistan im
Ez dengê Kurdistan im
Hozanê Kurdistan im
Qet zen nekin her weha
Li şorên we guhdar im
Gotinên we guhdar im
Li şorên we guhdar im
Nê’m firotan nê’m buha
Gelê bindest re yar im
Ez dilê wan da yar im
Gelê bindest re yar im
Nalîn tê ji Kurdistan
Bo wê çê dikim helbestan
Destê xwe em dirêj kin hev
Deynin baxê gulîstan
Çê kin baxê gulîstan
Deynin baxê gulîstan
Alîkarê dilsoz im
Rêdanê begê hov im
Rêberê begê hov im
Şoreşger im him kurd im
Bo xwînxwara bi xof im
Li ser wan tim bi xof im
Bo xwînxwara bi xof im
Hevalê bargiran im
Hevalê şoreşvan im
Hozanê gelê bindest
Endamê Kurdistan im
Ez dengê Kurdistan im
Hozanê Kurdistan im