Sebra min bê te nayê
Şêrînê nû gîhayê
Te ez kuştim te ez helandim
berdame vê dinyayê
Ax û eman Şikrayê
Rê dûr e xeber nayê
Çavê min di rê de maye
Ax û eman Şikrayê
Nazikê navgiran î
Tu bi derdê dil nizanî
Agir berda vê canê
Hên jî tu nayî rayê
Ax û eman Şikrayê
Rê dûr e xeber nayê
Çavê min di rê de maye
Ax û eman Şikrayê
Bûm nexweşek bê derman
Ji derdê kitek ramûsan
Min dî wek te bê îman
Bi te re ketime belayê
Ax û eman Şikrayê
Rê dûr e xeber nayê
Çavê min di rê de maye
Ax û eman Şikrayê
Were ba min şêrînê
Derman ke vê birînê
Kes vî halî nabînê
Mirin xweştir e dayê
Ax û eman Şikrayê
Rê dûr e xeber nayê
Çavê min di rê de maye
Ax û eman Şikrayê