Sebra min bê te nayê
Şêrînê nû gihayê
Te ez kuştim te ez helandim
te ez berdame dinyayê
Ax û yeman Şikrayê
Rê dûr e xeber nayê
Çavê min di rê de maye
Ax û yeman Şikrayê
Nazik û navgiran î
Tu bi derdê dilan zanî
Agir berda vê canê
Hên jî tu nayî rayê
Ax û yeman Şikrayê
Rê dûr e xeber nayê
Çavê min di rê de maye
Ax û yeman Şikrayê
Were cem min şêrînê
Derman bike vê birîne
Were ba min şêrînê
Derman bike vê birînê
Kes vî derdî nabînê
Dimirim tu bi mi ve nayê
Ax û yeman Şikrayê
Rê dûr e xeber nayê
Çavê min di rê de maye
Ax û yeman Şikrayê
Bûm nexweşekî bê derman
Ji kerbê kitek ramûsan
Nedî wek te bê îman
Bi te re ketim belayê
Ax û yeman Şikrayê
Rê dûr e xeber nayê
Çavê min di rê de maye
Ax û yeman Şikrayê