Şedelarekem were seyranî gulan ciwane
De bê giyanekem de bê semaye û mey gêrane
Ser destey yaran cêgey nazdaran
Korî dildaran etperestin
Wek carî caran gona guralan
Cem bûn le cêjwan hemû mestin
Bê bo cêjwan îşq û şeydayîm
Diltezêne derdî tenyayîm
Mestim le neşey dû çawanit
Serxoşî bade û mey gêranit
Ser destey yaran cêgey nazdaran
Korî dildaran etperestin
Wek carî caran gona guralan
Cem bûn le cêjwan hemû mestin
Were banî çaw were seyran û gulbarane
Were giyanekem were payenazî to giyane
Wextê ke hatî xemit labirdim
Lem çemenzare mestit kirdim
Wextê ke hatî ser lay êware
Bem lence û lare dilit birdim
Bê bo cêjwan îşq û şeydayîm
Diltezêne derdî tenyayîm
Mestim le neşey dû çawanit
Serxoşim le bade gêranit
Serdestey yaran cêgey nazdaran
Korî dildaran etperestin
Wek carî caran gule û gulbaran
Cem bûn le cêjwan hemû mestin