Be xemzey çawî mexmûrî sîyahî mestî mey kirdîn
Be maçî lêwî mustexnî le enwayî mezey kirdîn
Tiraza bendî suxmey alî gulnarî be ahî min
Keçî destî leser dana le seyrî baxî bey kirdîn
Le bo yek merheba çûme lay yarim be serxoşî
Nîqabî xiste ruxsar û becarê kewte xamoşî
Ke wam dî royî aramî dil û sebir û feramoşî
Be hewrî perçem û zulfî rux û ebroy ke dapoşî
Le şewqî ruyetî bedrî hîlalî yek şewey kirdîn