Min çîm ewîst le nîştiman
Cige lewey ke nanêk û
Ke kuncêkî dilnyayî û
Gîrfanêkî be hurmet û
Miştê hetawî aram û
Baranêkî xoşewîstyî û
Pencereyekî kirawey ser azadî û
eşqim batê
Min çîm dewîst lewe ziyatir û
Neydamê
Boye îtir nîweşewê
Derwazekeym şikand û
Çûme derê be êcgarî çûme derê
Êwareye û le ser cadey
Seholeke rawestawim
Nîştimanî kon xerîke dabçêt û awa bibê
Tozêkî tir nîştîmane tazekey xom rozana heldê û pêkewe
Wek dû pirsiyarî nêr û mê
Tazew û tînû
Kelegetir le diruşm û le minare û
Çun bay bêbak le dîwar û
Le cugrafyayî heram û
Dîrokî tirs herdû be cût
Qol le qolî yektirîda
Gul be dem û hetaw le çaw
Serberewjûr ebînewe
Bo ew baxçeyey eşq û xewney
Ne zerd ebê û ne pîr ebê û
Ne eyjimirê