Debla min bimirim were heyran be wê beharê
Qebirim helkoln were heyran le wê hesarê
Kifnê min bibirn were heyran be destî yarê
Debla min bimirim were heyran be wê hawînê
Qebirim helkoln were heyran le şanşînê
Kifnê min bibirn were heyran be destî dînê
Debla min bimirim were heyran be wê payîzê
Qebirim helkoln were heyran bin daregwêzê
Kifnim bo bênin were heyran wa le tewrêzê
Debla wez bimirim were heyran be wê zistanê
Qebirim helkoln were heyran le naw kolanê
Kifnê min bibirn were heyran be destî cwanê