Egerçî şew direnge saqî bom têke kemêkî tir
Ke wa emşew serî helda le naxmida xemêkî tir
Le bade em jeme têr ke minî tînûy cigersûtaw
Be çî dyare ke deybînim şewêkî tir, jemêkî tir
Ewende derdedarû bê peristarim ke pêm waye
Leser kêkî tememin helnakirê taze şemêkî tir
Gelêkim rojgarî talû şîrîn rabward, axo
Merg mewda deda dîsan bibînim serdemêkî tir