Şekire befre beser serma aram aram dête xwarê
Gerçî gyanî dapoşîwim wekû darî bin binarê dête xwarê
Elwedam takû beyanî çaw lêk nenêm
Her bibarê her bibarê her bibarê
Le jêr balî ew befreda bê perwa her dêmû erom
Firîşteyek destim egrê embatewe lanekey xom
Ew nazanê çen hez ekem ahî dil bew befre bişom
Her bibarê her bibarê
Emşew le say kizebada ba her serma bimtezênê
Ba ew befre wek şorebî hemû gyanim bilerzênê
Sibey bête awû dîsan lêwî kanî bibziwênê
Her bibarê he ribbarê
Şekire befre beser serma aram aram dête xwarê
Gerçî gyanî dapoşîwim wekû darî bin binarê dête xwarê
Elwedam takû beyanî çaw lêk nenêm
Her bibarê her bibarê her bibarê