
Dwênê şew bînîm le xewê
Leser cêy ber mangeşewê
Xom xizande ser cêy fênk
Nemhêşt ber henasem kewê
Qijî xawî
Balêdawî, alozawî
Car car daydepoşt laçawî
Xwaye gyan çendim xoş dewê
Zor be espayîw be nermî
Demim bird bo lêwî germî
Çawî helhênaw pêy gutim
Xewnim edî to hawsermî
Neyhêşt hestim
Girtî destim, lêwî gestim
Muçrikêkî xoşî daygirt
Sertapay henawû hestim
Wêkra ta mela bangidanê
Têk’alanû des le milanê
Le nakaw dengî melay hat
Daybirîm le bejnî cwanî
Be sersamî
Be nakamî, be aramî
Becêm hêşt beheştî xewnim
Çawim pir bû le giryanî