Ev evîn tayeke sare
Rê û hesret û adar e
Pêt û agir jê dibare
Çi hare
Hare
Hare
Jê dûr ketin dilêim êşî
Dibe tofan erd dihejî
Ne dikuje ne dihêlî
Çi jahr e
Jahr e
Jahr e
Lê nêviyê rê bê taqet mam
Gazî dikim nade alan
Encax bi te wê bê gulan
Tu were
Were were
Tu were
Were were
Li qirava emrekî şikestî
Ji bo nîsanê tu bûyî hêvî
Çava diçe û min dihêlî?
Wa nabe
Nabe nabe
Ger tu jî nebe sebra min
Gul û Kulîlka baxê min
Wê zivistan be havîna min
Tim sare
Sare sare
Dişewitîne êşa kevnar
Dibe şewta dojehek sar
Min re dinale kevr û dar
Ha were
Were were
Ha were
Were were
Dişewitîne êşa kevnar
Dibe şewta dojehek sar
Min re dinale kevr û dar
Ha were
Were were
Ha were
Were were