Kenê Li Ser Bîrê

Diyalekt: Kurmancî 1138
خوەش تێ بیرا من ل سەر بیرا گوندێ مە
ژ ناڤینا لێڤێن خوە کەنەک سڤک تە دا من
تە هەلاند ئەڤ دلێ من ب کەنێ خوە یێ شیرین
وای ل من لێ خەزالێ ئەز چووم و نەهاتم وای لێ دەلالێ

سالێن دوور و درێژ چوون وارێن مە پر ژ هەڤ دوور
ئەڤینا مە نخامتی لێ هێ بێتر بوویە کوور

هەتا ناڤێ تە بە لێ من د دل دە ڤەشارتی
لێ چ بکم دەلالێ تو ژی چوویی و نەهاتی وای لێ دەلالێ
هەتا ناڤێ تە بە لێ من د دل دە ڤەشارتی
لێ چ بکم دەلالێ تو ژی چوویی و نەهاتی وای لێ خەزالێ

چاڤێن تە یێن رەشبەلەک هێ ل بەر چاڤێن من ئن
ئەڤا بیست و سێ سال ئن ئەز وان چاڤان ژ بیر ناکم
ئەڤینا من و تە لێ وەکە شەرابا سۆر ئە
سالەک ل دوو سالا دن هەر کو دچە گران دبە وای لێ دەلالێ
Xweş tê bîra min li ser bîra gundê me
Ji navîna lêvên xwe kenek sivik te da min
Te heland ev dilê min bi kenê xwe yê şîrîn
Way li min lê xezalê ez çûm û nehatim way lê delalê

Salên dûr û dirêj çûn warên me pir ji hev dûr
Evîna me nixamtî lê hê bêtir bûye kûr

Heta navê te be lê min di dil de veşartî
Lê çi bikim delalê tu jî çûyî û nehatî way lê delalê
Heta navê te be lê min di dil de veşartî
Lê çi bikim delalê tu jî çûyî û nehatî way lê xezalê

Çavên te yên reşbelek hê li ber çavên min in
Eva bîst û sê sal in ez wan çavan ji bîr nakim
Evîna min û te lê weke şeraba sor e
Salek li dû sala din her ku diçe giran dibe way lê delalê

Rapora çewtî