Dilim tengew xerîbe her wekû êware payîzan
Pire sîngim le derdû kul leber bê meylî azîzan
Jyanî pir le nakamî hetaku key biçêjim min
Ke sê feslî jyanim bû be zistanû gelarêzan
Çawî geşbînî wek hêmin debê min wa le kwê bênim
Wekû gewherşinasî çak mihek danê le bo mîzan
Were cwanê menaze bew dû çawî wek gelawêjit
Beharî ’umrî toş rojê deçête nêw gelarêzan