Îbrahîm Xeyat

Xoşim Ewê Wilatekem

Bi dengê: Îbrahîm Xeyat
Diyalekt: Soranî
1731
Xoşim ewê, xoşim ewê
Em nîştimanem xoş ewê
Ta lêdanî dil esrewê
Hîç le ber çawim nakewê
Xoşim ewê wilatekem
Kangay hîwa û awatekem

A em hewa û aw û gile
Bo jyanim xwênî dile
Dil ke bulbulî serçile
Şeydaye bo rûy ew gule
Xoşim ewê wilatekem
Kangay hîwa û awatekem

Xoşim ewê, xoşim ewê
Awate xwazim serkewê
Nawî le nawa derkewê
Geşe û rûnakî berkewê
Xoşim ewê wilatekem
Kangay hîwa û awatekem

Dilim elê, wek zimanim
Xoşim ewê nîştîmanim
Xoşewîstî nîştîmanim
Bote serlewhey îmanim
Xoşim ewê wilatekem
Kangay hîwa û awatekem

Kurdistane xoşewîstim
Heta mawim eyperistim
Be cwanî dîmenî mestim
Hawar eka hoş û hestim
Xoşim ewê wilatekem
Kangay hîwa û awatekem