Cejnê be şêwey peşêwî û be şîn
Be ah û of û be nale û girîn
Be awazî dil, dilanî xemgîn
Be ahî sard û be birjey birîn
Xuşkan le xwênawa çeqîw ta kemer
Bo her la biroy şîn bê seranser
Cejnê cêy bînîn jûrî zîndan bê
Cejnaney lawan kotî giran bê
Şadî û bezmiman ciger’êşan bê
Yaxwa ew cejne be zehrî mar bê
Ew cejne korî şîn û şepore
Dil pir le zam û jyan serşore
Cejnê cejnime xakî nîştiman
Jêrçepok nebê û bijî kameran
Toley lawanî ledardirawim
Xwênî gencanî kurdî kujrawim
Bisênim ewsa nanî birawim
Dezgîrim bibê tabî henawim
Ewsa pir bedil elêm şadîye
Elêm wa cejne û gel azadîye