Xom kure karwanî şew be barewe
Ser xew deşkênim be lay yarewe
Belay yarekey wefadarewe
Erom epêwm kêw û herd û dol
Bo newnemamî nask û xir û xol
Bo newnemamî nask û nerm û nol
Rêgam zor dûre wam be herdewe
Wam be pejare û ax û derdewe
Xem û pejareş le bextî şer ma
Wek paley payîz erjê beser ma
Etirsim bimrim lem dûr wilate
Dil pir le xozge û of û awate
Nebînim balay yarî wefadar
Bibme xorakî mel û mor û mar