Beharan xoşe “zimrîran”
Le şîn û dul debine gîran
Lêk gîran dost û destigîran
Hey yar hey yar dûre yarim
Bê wî tarîke rojgarim
Hey yar hey yar dûre yarim
Tîre û tarîke rojgarim
Hawîn xerman le ber baye
Şemal kewtuwe û ziryan naye
Helbirawim le Leylaye
Hey yar hey yar royî yarim
Bê wî tarîke rojgarim
Hey yar hey yar dûre yarim
Tîre û tarîke rojgarim
Payîz katî zemawende
Le dêhat şayî û govende
Bo minî bedbext kot û bende
Hey yar hey yar dûre yarim
Bê wî tarîke rojgarim
Hey yar hey yar dûre yarim
Tîre û tarîke rojgarim
Zistan mangî rêbendanê
Lêk gîra rêgay “Lacan”ê
De kotê dam de zîndanê
Hey yar hey yar royî yarim
Bê wî tarîke rojgarim
Hey yar hey yar dûre yarim
Bê wî tarîke rojgarim