Min delêm şarî dilim bax û gulistane deçim
eqil elê na qesebe şorişî mestane neçî
Min delêm nuxteyî ew rewzenî îmane deçim
Ew delê serbeserî têk çuwe, wêrane neçî
Min delêm mesken û aramgeyî canane deçim
Ew delê serbeserî têk çuwe, wêrane neçî
Min delêm cêgeyî her şêt û cinûnane deçim
Ew delê na zedeyî penceyî peryane neçî
Min delêm merkezî esrarî herîfane deçim
Ew delê cê temeî çawî hesûdane neçî
Min delêm wextî xeter memen û qelxane deçim
Ew delê kun kune cêgey sere peykane neçî
Lew hemû çûn û neçûne serî sûr ma ◀️Kamîl▶️
Min delêm ciwane biçim, ew delî wa ciwane neçî