Ke to hatî temî sînem rewayewe
Befrî xem û azarekan twayewe
xoş hatî ey tîşkî xorî hîway jînim
ey firîştey beheştî dinyay ewînim
min ber lewey çiray dîdem dagîrsênim
Xorî nîga û mangî rûxisarit bibînim
dilim çeşnî bestelokî sard û sir bû
Wek wêrane paşmawey aşûb û şer bû
êstaş ke bote hewarî ewînî to
Bote hegbey xende û wişey şîrînî to
hewarêke pire le jiyan razaweye
Wek nêrgizî werzî behar geşaweye
Ke to hatî temî sînem rewayewe
Befrî xem û azarekan twayewe
xoş hatî ey tîşkî xorî hîway jînim
ey firîştey beheştî dinyay ewînim