Hevala Evîndar

Diyalekt: Kurmancî 1859
ئەی هەڤالا ئەڤیندار ئەڤیندار
تو ژی وەک من بریندار بریندار
هەنە گەلەک وەکی مە
بەلکی زێدەتر ژ مە زێدەتر ژ مە
هەنە گەلەک وەکی مە وەکی مە
بەلکی زێدەتر ژ مە زێدەتر ژ مە

ئەڤین بوون ڕێبەرێ مە
چ ئانینە سەرێ مە
دوورست ناکن ئەڤینێ
بێ مرێس دکن جڤینێ

چیا بلند دبن ژۆر
جیهان دبت کەسکەسۆر
هەر دو ڕەوشا ڤێ ژینێ
دەنگێ سازا ئەڤینێ
Ey hevala evîndar evîndar
Tu jî wek min brîndar brîndar
Hene gelek wekî me
Belkî zêdetir ji me zêdetir ji me
Hene gelek wekî me wekî me
Belkî zêdetir ji me zêdetir ji me

Evîn bûn rêberê me
Çi anîne serê me
Dûrist nakin evînê
Bê mirês dikin civînê

Çiya bilind dibin jor
Cîhan dibit keskesor
Her du rewşa vê jînê
Dengê saza evînê

Rapora çewtî