Tahîr Xelîlî

Jiyan Werzêke

Bi dengê: Tahîr Xelîlî
Diyalekt: Soranî
339
Jyan werzêke kurt ya dirêje
Towî xebat û çake birêje
Ewey pişt le gel helka û neynasê
To berdî toley lê bihawêje

Destî zordaran qet nagate ser
Darî dujminan qet nagate ber
Ke gel xiroşa le hemû lawe
Supay dujminan qur enête ser
Jyan werzêke kurt ya dirêje
Towî xebat û çake birêje

Bawer coşandî şarî kip û mat
Lawan darjan xwên bû bexelat
Ejnoy dujminan wa kewte lerze
Serlenwê xwên bû be gulî xebat
Jyan werzêke kurt ya dirêje
Towî xebat û çake birêje

Jyan werzêke kurt ya dirêje
Towî xebat û çake birêje
Ewey pişt le gel helka û neynasê
To berdî toley lê bihawêje