ڕیا کبارێ ب دارە تم وەرە خوارە خوارە قەلەنێ کەچکا دەلال ل سەر پشتا من بارە پێشیا مالێ ب خەندەکە فەقر دەری لێ ڤەکە کەچک دەرتێ سەر چیا گۆتنا باڤێ خوە ناکە پێشیا مالێ ب کوندرە چەلەنگ کەچکا خدرە پۆرسۆرێ گەورە کەسکە هش و ئاقل ل ورە پێشیا مالێ ب خەندەکە فەقیر دەری لێ ڤەکە کەچک دەرتێ سەر چیا گۆتنا باڤێ خوە ناکە پێشیا مالێ ب گەنمە پالەیا هرم و گورمە چەلەنگا من دەرباس بوو خلخالا خرمەخرمە پێشیا مالێ ب خەندەکە فەقر دەری لێ ڤەکە کەچک دەرتێ سەر چیا گۆتنا باڤێ خوە ناکە پێشیا مالێ ب کزنە ڕندک ب دەست و بازنە قەلەنێ چاڤرەشا من سەد و پێنجی بزنە پێشیا مالێ ب خەندەکە فەقر دەری لێ ڤەکە کەچک دەرتێ سەر چیا گۆتنا باڤێ خوە ناکە
Riya kibarê bi dar e Tim were xware xware Qelenê keçika delal Li ser pişta min bar e Pêşiya malê bi xendek e Feqir derî lê veke Keçik diçe/dertê ser çiya Gotina bavê xwe nake Pêşiya malê bi kundir e Çeleng keçika xidir e Porsorê gewr e kesk e Hiş û aqil li wir e Pêşiya malê bi xendek e Feqîr derî lê veke Keçik diçe/dertê ser çiya Gotina bavê xwe nake Pêşiya malê bi genim e Paleya hirm û gurme Çelenga min derbas bû Xilxala xirmexirme Pêşiya malê bi xendek e Feqir derî lê veke Keçik diçe ser çiya Gotina bavê xwe nake Pêşiya malê bi kizin e Rindik bi dest û bazin e Qelenê çavreşa min Sed û pêncî bizin e Pêşiya malê bi xendek e Feqir derî lê veke Keçik diçe ser çiya Gotina bavê xwe nake
Aram Dîkran